Ev malper ji aliyê TIFAQA XORTÊ GUNDÊ KOÇANÊ ve hatiye amade kirin

KoçaN TV © 2008-2017 ciwane-kocane.com
 

=> Noch nicht angemeldet?

Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren ! Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam Silav û Rêz Tifaqa Xortê Gundê Kocanê

Forum - Nalîna Şingalê

Du befindest dich hier:
Forum => Helbest => Nalîna Şingalê

<-Zurück

 1 

Weiter->


xort%EA%20Kocan%EA
(34 Posts bisher)
24.05.2008 00:18 (UTC)[zitieren]
Nalîna Şingalê

Dîse fermane,
dîse talane,
dîse kuştin û wêrane,
dîse mîrê kor û firîq paşa
li şingalê cilika nimêjê vedane.


Îro
li şingalê şîne
li Sîba Şêx Xidir qîrîne
û li Girhizêr
kulik û xirqe bi xwîne
xanî bi ser beratan de hêrivîne,
tifal û zarok bê xwedîne.

Sîba Şêx Xidir
di nav hilweşandina hêviyan de dimîne,
û Girhizêr li ber bablîsoka
kîna tazî diçe û her diqîre û
di bêje hole û hole hole
di cenga hebûnê de hole.

Dîse xelekên tirsê
Ber bi êzdîxanê ve dibezin,
û Laliş di nav sulafên hêstiran de
noq dibe,
û simbêl di nav bagera rondikan de
şildibin li Şingala wêran,
sipî sor dibe li warê xîretê,
û êzîdaxan di nav xwînê de di gevize,
ji derbên şaşikên zilmê.

Çar tangêrên kînê
di hinavên dîrokê de teqandin
çar mozikên xwînê
berdan laşê tifalên bêrî,
û çar atomên kînê
avetin refên kevokên sipî,
lê Şingal wê bimîne
kirasekî sipî li bejina kurdistanê,
û kum û kolos li ser eniya berxwedanê.


Dîse kuştin,
wêran,
talan,
qurban,
kiras û tok,
kulik û xirqe,
di nav xwînê de man.
û refên barçimokên xwînê
li ber sinfonî ya mirinê
li ezmanê Êzîdxanê difirin.

Di çavên Şingalê de hêstir
Dibin xwîn û
kezeb dibin birîn,
dayik li ber strana xerîbo,
digrîn û digrîn û digrîn,
lê dîse dibêjin

Em kurdin,
emin xwediyê kurdistan,
ger yek ji me bimînê
emê bêjin erê û dîse erê
ji bo xaka niştiman,
sed û çil momî emê pêxin
ji bo Kurdistan,
em xelkê cîne,
me natirsînin,
kuştin û ferman,
talan û wêran,
emê her û her bêjin
hole û hole û hola
di cenga xîretê de hole.

14.08.2007
Elmanya/Oldenburg

Xebat Şakir


ji bêr girtin
www.dergush.com



Themen gesamt: 51
Posts gesamt: 78
Benutzer gesamt: 60
Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand crying smiley


Ab sofort sind Ronahi und Merdoo täglich von 20.00-24.00 Uhr die Moderatoren unseres Radio-Chats Viel spass beim Unterhalten. Tifaqa Xortê Gundê Kocanê
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan


Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )



Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00

Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst

Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf


Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)



Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo

Kamera AY TV
 
Gesamt 1376517 Besucher (9162028 Hits) hier!