xort%EA%20Kocan%EA (34 Posts bisher) | | Kurd Kinê?
Kurd gelekî Rojhilata navîn e û navê endamên vî gelîn e. Kurd li Kurdistanê dijîn û Kurdistan welatke ku di nav tixûbên Tirkî, Sûrî, Iraq û Îranê de parvekiriye.
Hejmara kurdan li gor çavkaniyan tê guhertin. Li gor hin çavkaniyan hejmara wan zêdetirî 40 miliyonan e, li gor hinên din nêzîkî 50 miliyonî ye.
Ji derveyî herçar dewletên ku basa wan hate kirin Kurd li Qafqasya (Ermenîstan û Azerbaycan), Rûsya, Turkmenîstan, Kazakîstan, Uzbekîstan, Israîl, Lubnan û li gelek dewletên din yên Rojhilata navîn jî dijîn; wekî din dîasporayeke Kurdan ya xwedî hejmereke mezin di serî de li Almanya li dewletên Rojava de jî çêbûye.
Ziman
Zimanê Kurdan zimanê Kurdî (Kurmancî, Zazakî (Kirmanckî, Soranî u Goranî ye. Zimanê Kurdî navên gelek zarava û zimanên ku ji aliyê Kurdan ve tên bi kar anîn e.
Dîroka Çand û Wêjeya Kurdî
Li gorî wan belgeyên ku di destê me de hene, derdikeve holê ku şaristaniyeke berz a neteweya kurdan hebûye. Ji mêj ve xwedî xet, nivîsandin û çandê bûne û mil bi milê neteweyên din ji bo pêşxistina çand û zanista xwe pêngav avêtine. Lê, piraniya cih û warên wî yên dîrokî ji ber derbasbûna demê û guherînên li cîhanê nemaze piştî îslamiyetê bandora ereban û dûgelên wan ji holê rabûne û têk çûne.
Ev nivîs û nivîskarên ku mane jî girîngtirîn belge ne ji bo pêşandana şanî û dirûvê çanda netewe û welatparêzên kurd, em dixwazin mînakekê bidin: Hermîpos ku di sedsala sêyem a berî zayînê de jiyaye û hevçerxê Hexamenişiyan e dibêje : "pirtûkek îraniyan heye ku navê wê Avesta ye û bi zimanê Medî hatiye nivîsîn." Heredotos mêjûnasê bi nav û deng ê yewnanî di dîroka xwe de nivîsiye: "Diyaeko damezirînerê rêzepaşayetiya Medî berî dadpirsînê, şikala (hizirname9 xwendiye." Kîtziyasê Yewnanî ku bijîşkê qesra Erdeşîrê babek bûye, di pirtûkek mêjûyî de nivîsiye û tê de behsa rojnameyên qes û derbarên şahan de dike. Ev yek ji me re vê ronî dike ku di wê serdemê de jî bûyerên wê demê di rojnameyên der barî û yên girêdayî qesrê de hatine tomarkirin.
Geznefonê yewnanî jî di pirtûka xwe ya bi navê "Perwerdekirina Kûriş" de behs û dabaşa hebûna dibistan , xwendin û perwerdehiyê ya li Îranê dike. Her wiha Eflatûnê zana, Plotarîkê mêjûnûs û çend mêjûnûsên din jî der heqê vê yekê de gelek tişt nivîsîne. Ew beşa "Tewrat"ê ku bi zimanê hexamenişînî hatiye nivîsîn dabaş û behsa yasa, xwendin, nivîsîn û çanda medan dike. li gorî van belgeyan derdikeve holê ku li Kurdistanê nivîsîn, xwendin, sikala, rojname, şaristaniyet, dadgeh û dadpirsîn hebûye.
Her wiha neteweya kurd xwediyê desthilatî, wêje, zanyarî û çandê bûye. Û her wisa bûye sermeşqa pêşketin, çand û hunerê, ji hemû neteweyên ku cîhan pêk anîne. Her wisa piraniya cih û warên pêşiyên me, ji ber sedema derbasbûna demê têk çûne. ligel wê jî lat û textê kevirên, Bêstûn, Serpêla Zehaw, textê Silêman û şûn û warên din ên ku li Kurdistanê mane, girîngtirîn belgen e ji bo nîşandana jiyan û şaristaniyeta neteweya kurdan.
Bingeh û Rehên Kurdan
Kurd neteweyeka kevnarin û dîroka wan diçe sê hezar sal berî zayînê. Li gorî belgeyên dîrokî yên ku di destên me de hene; kurd li quntara çiyayên Zagrosê bi navên "Gûtî", "Lolo", "Kasî", "Mîtanî", "Sobar", "Nayrî", "Manayî", "Kurdok" û "Xaldî" û bi piranî di koçberiyê de jiyane. Paşê di salên 700 heta 550'yê berî zayînê de dewleteke bi hêz a bi navê "Med" damezirandine. Li gorî hin ji dîroknasan, ariyayî di hezareya sêyem a berî zayînê de li başûrê Rûsyayê bi ser bakurê Qefqas û Derya Reş re koçbernî rojavayê Asyayê bûne. Li wir jî ew bûna du beş. Beşek ji wan çûye Ewrûpayê û netewey;ên Ewropayî yên niha paşmaya wê beşê ne. Beşa din jî çûye Rojavaya Navîn û bi maweyeke hezar salî li wir mane. Paşê jî berê xwe dane bakurê Îranê. Piştî demekeê ew beş jî bi xwe bû du deste.
Desteyek çû Hîndê û li Pencabê bi cih bû. Gelê Hîndistanê paşmaya wê desteyê ye. Desteya din jî li Îranê belav bû. Wan bi navê "îranî" deng veda. Ew desteya ku li Îranê niştecih bûn û wekî "pars" deng dan. Yên din jî ku her bi awayekî koçber jiyan û li ser çiyayên Zagros û Ararat belav bûn jî, dewleteke bi navê "Med" damezirandin.
Faris jî pêş ketin û wan jî dewleteke bi navê "Hexamenişîn" pêk anîn û wan Dewleta Medya di sala 550'yê berî zayînê de têk birin û pûç kirin. Vêca koka farisan diçe ser Hexamenişiyan û ya kurdan jî diçe ser medan.
Civak û Jiyana Kurdan
Kurdistan ji ber ku cihekî çiyayî ye, daristanên wê pir in û heta ku dilê mirov bixwaze tavgeh, çem û rûbarên wê jî hene. Ligel van jî ji bo çandiniyê jî gelekî bikêr e. Ev gişt bûne sedema vê yekê ku kurdberê xwe bidin çandinî û ajledariyê (sewaldariyê û debara xwe bi vê yekê bikin. Ya ku diyar e, ji ber ajledariyê jiyaneke neteweya kurdan a koçber hebûye û her tim çûne zozanan. Jiyana wan li ser pişta çarsiman bûye û li ku cihekî xweş dîtine li wir danîne û maweyekê li wir mane.
Ji sewalên xwe havilên qenc girtine û ji hiriya wan ji xwe re cil û ber, kepenek, gore... û hwd çêkirine. Ji şîrê wan ji xwe re penîr, mas, rûn û hwd. girtine. Bi vî rengîzilamê kurd li kêleka jina xwe li bal sewalên xwe li dengê çûkan û li sîresîra kêzikan û li dengê wezîna bê guhdarî kiriye. Li stêrkan nihêriye. Her wisa xweşikahiya xwezaya Kurdistanê dîtiye.
Her karê ku ji destê wan hatiye kirine û hêdî hêdî berhemên xwe ji bo nifşên piştî xwe bi cih hêlane. Ji bo ku jiyaneke neteweya kurdan a ajledarî hebûye, diyar e ku di destpêkê de li çiyayan jiyaye Ji bo xwedîkirina sewalên xwe li rastî gelek kend û kospan hatiye û ji bo parastina sewalên xwe canê xwe avêtiye xetereyê. Li dijî dijmin, neyar û ajalan şer kiriye. Ji ber van sedeman kurd di pile û payeya yekem de netirs (bi xêret), wêrek û dilêr bûye. Her wisa şerker e û di tu şert û mercan de natirse. Piştî ku gelê kurd li deşt û çiyayan bi vî rengî jiyaye, hêdî hêdî li hin cihan stiriye ûniştecih bûye. ligel çandiniyê sewalvanî jî kiriye.l Lewre mijûlî avedaniyê bûye û ligel vê yekê jî f^ğrî xet û nivîsînê bûye.
Hêdî hêdî mil bi milê neteweyên din ên ariyayî ji bo pêşxistina çand û wêjeya xwe hewl daye û têkoşiyaye û kemiliye. Mêcersûn ku yek ji rojhilatnasan e, di geştnameya xwe de dibêje: "Kurd zor camêr, wêrek û netirs in, pir ji nêçîr û yariyan hez dikin. Ew dixwazin li deşt û çiyan bijîn. Ji bindestî û koletiyê hez nakin û jê aciz in. Gotina wan yek e. Gelekî cesûr û jêrek in. Zû fêrî ziman, kar û pîşeyan dibin. Gelekî jiax û niştimana xwe hez dikin û xwe li serî didin kuştin. Kurd gelekî bexşende, dilovan, dilêr, camêr, lêbor, mêvandar û mêvanperwer in. dinav kurdan de jin xwedî payeyeke berz in û zilamê kurdan gelekî rêz û hurmetê dide jiyana xwe. Di pêkanîna karekî de jê dipirse,. Jin jî mil bi milê zilaman dixebitin. di cotkirin, ajledarî, maldarî, zarokxwedîkirin û xermanê de mil bmi milê zilamê xwe dixebite. Jina kurd gelek bi namûs û damenpak e ku dawa wê pîs bibe jî wê dikujin. Keç bi dilê xwe dizewice. dildarî reşbelek 8cergûbez: di govendê de destênhevgirtina jin û mêran) di nava kurdan de bi nav û deng e û hemû ji şahî, dawet û govendê hez dikin. Ew vê yekê nîşan didin ku kurd diltêr, rûxweş, bi hiş, zana û wêrek in."
Ayîn û Bawerî di Nav Kurdan da
Neteweya kurdan di her serdemê de li ser ayîn û baweriyekê bûne. Wekî hemû neteweyên din ên ariyayî di şefeqa dîrokê de baweriya kurdan jî bi Xwedê hebûye û ew perestine. Her wiha bi perestina hîv, roj, stêrk, agir, av, ba, birûsk... û tiştên bi vî rengî mijûl kirine. Wan di destpêkê de laşên miriyên xwe binax nekirine. Wan laşên miriyên xwe danîne ser latekî lûtkeyan da ku laşxwir wan bixwin.
Bi vî awayî wan xwestiye ku dîsa bikevin nava laşê giyaneweran. Lê paşê ev rêbaz ji holê rakirine û laşê miriyên xwe pêçane û li çiyayan di bin axê de veşartine. Paşê ji malbata Espîtmanî ya Medyayê kesekî bi navê Zerdeş peyda bûye û bangî gel kiriye ku Xwedayê tek û teniya biparêzin û baweriyê pê bînin. Gel jî bawerî bi wî aniye û ayîna wî qebûl kiriye. Rêz û rêçikên wî bi kar anîne.
Zerdeşt an Zerdtuştire kurê Pûrûşesp e û ji malbata Spîtme ye. Li gorî gotina Hertsfuld Spîtme yan Sînam malbeteke Medî ye ku li bajarê Rega yan Rey fermanrewayî û desthilatî kiriye. Pîlînûsê mezin jî ku di salên 23-97'ê zayînî de jiyaye dibêje: "Di pirtûka 'Mêjûyî Xorskî" de Zerdeşt wekî 'zerdeştê Medî hatiye binavkirin." Di pirtûka 'Encumenê Arayê Nasirî' de hatiye nivîsandin ku Zerdeşt li qiraxa Goma Şêz ku nêzîkê Tîkantepeya Hawşarê ye, ji dayik bûye. Paşê çûye Çiyayê Sebelanê û li wir ji aliyê Xweda ve bûye pêxember. Paşê çûye bajarê Rey. Ji Rey jî çûye paytextê Luhrasip û Guştasipê û xelkê herêmê aniye ser ayîna xwe. Hin dîroknas jî li ser vê baweriyê ne ku Zerdeşt xelkê herêma Gola Urmuyeyê ye.
Li ser mêjûya jidayikbûna zerdeşt di nava dîroknasan de dîtinên cuda hene. Gelek dîrokzanên Yewnanî yên wekî Erestû, Eflatûn û Îkzan Tûs li ser vê baweriyê ne ku Zerdşt di sala 6500'ê berî zayînê de li nêzîkî Gola Urmuyê ji dayik bûye. Lê hin ji dîrokzanên hevçerx jî ev bawerî û dîtin red kirine û wekî derew zanîne.
Dr. Mihemed Muîn di lêkolîneke li ser dezrdeşt de gihîştiye vê baweriyê ku Zerdeşt di sala 660'ê berî zayînê de goşegîr bûye û di sih saliya xwe de ji aliyê Xwedê ve bûye pêxember. li ser çiyayê sebelanê nêzîkî Gola Urmuyeyê ji wî re siroş û îlham hatiye. Ew di çil û du saliya xwe de ango di sala 6187'an de berî zayînê çûye bajarê belxê û Key Goştasip aniye ser ayîna xwe. Di sala 583'yê berî zayinê de û di temenê heftê û hef saliya xwe de şerek di navbera wan û Ercaspê toran de diqewime û Zerdşt di wî şerî de li ateşkedeya bajarê Belxê hatiye kuştin. Heke ev gotin rast be û Zerdeşt di salên '660-583'yê berî zayînê de jiya be, ew bi du şahê mezin û bi hêzên Medî re maye: Ferwertîş '644-625 berî zayînê' û Huwexşetre '625-585'ê berî zayînê.' Wê çaxê ji bo çi di pirtûka xwe de behsa (dabaşa) bajarê Hegetane û behsa wan nekiriye? Ji ber vê yekê piraniya dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt berî wan jiyaye. Ji bo mînak dalayê Parsî li ser wê baweriyê ye ku Zerdeşt di sala 1000'ê berî zayînê de ji dayik bûye.
Hirtul li ser wê baweriyê ye ku zerdeşt di serdema Wîştasipê Hexamenişî de ji dayik bûye. Liman jî dibêje ku Zerdeşt di serdema Darûşê Hexamenişî de serî hildaye. Wist û Caksin û hin kesên din jî vê yekê rast nabînin. ew ser wê baweriyê ne ku zerdeşt di sala 660-583'yê zayînî de jiyaye. Ev dîrok di pirtûka 'bulnd Hişn' û Ertay Wêrafname'yê û di hin pirtûkên din de jî ku bi zimanê ehlewî hatine nivîsîn de jî heye.
zerdeşt di beşa Gotayan de di beşa zimanvanî keçekya de nivîsiye ku ew ji malbata Spîtme ye û diyar dike ku Spîtme malbateke medî ye. Plînûsê mezin jî zerdeşt wekî zerdeştê medî bi nav kiriye û gelek mêjûnas û lêkolîner jî li ser vê baweriyê ne ku zerdeşt Medî bûye. Vêca di kurdbûn û medîbûna zerdeşt de tu şik û guman namînin.
Piraniya lêkolîner û dîrokzanan dibêjin ku Zerdeşt Avesta bi zimanê xwe yê zikmakî nivîsiye. Avestaya rastîn nameye lê ev Avestaya ku niha di destên zeredeştiyan de heye ji pênc beşan pêk tê ku ew jî ev in: "Yesna", "yeşme", "Wîsperd", "Wendîdad" û "Avestaya Hurik."
Zerdeşt di Avestayê de gel ji bo perestina Xwedayê tek û tenê (Ehûramezda) vedixwîne û bang li gel dike ku bîr û baweriya xwe rast û xurt bikin û karê çandiniyê û ajledariyê bi pêş bixin. Her wiha ji wan dixwaze heta ku ji wan tê zeviyan bikêlin û behreyê (Havilê jî bigirin. Divê her kes mijûlî karkirin û xebatê bibe û xwe ji tiralî û tembeliyê biparêze.
Zerdeşt di beşa "Windîdad" de lava ji Xwedrê dike û dibêje : "Ey Xwedayê tek û tenê, ey afirînerê erdê, tu yê ji min re bibêjî ku xweştirîn cihê erdê ku der e? Ahûra Mazda bersviv dide: "Ey Zerdeştê Espîtma! Xweştirîn warê erdşê ew der e ku mirovekî parêzgar dixwaze li wir malekê ava bike û agirdanekê 8ateşdanek) tê de çêbike û her wiha xweştirîn cih ew der e ku dewar, pez, jin û zarokên zor tê de hebin û agirekî gur û germ tê de hebe.Xweştirîn cihê erdê ew der e ku rez, bax, baxçe û fêkiyên xelkê li wir hebin û erdê hişk, ziha û bejî nelêlin." zerdeşt ji Ahûra Mazda re dibêje : "Aya xweştirîn cihê din li ku derê ye?" Ahûra Mazda bersivê dide: "Ey Zerdeştê Espîtman, ew cih şûnek e ku çarpiyên zêde lê hebin û zêde bikin û bizên. Ew cihê ku sewalên zêde lê hebin û cihê ku xelk zêde lê çandiniyê dike û sûdeyê (wec) jê digire xweştirîn cih e. Cihê ku çandinî lê neyê kirin wekî jineke xweşik û balaberz û qeşeng e ku ducanî û pêgiran nabe û zarokên wê nabin."
Her wekî ku me got beşeke pirtûka Avestayê bi navê "Gatan" bi awayê helbestî û kîteyî hatiye nivîsîn. ku helbestên wê hemû yên zerdeşt in. Ku va ye zerdeşt yekem helbestvanê kurd e. Ev jî mînakek ji helbestên wî ku dibêje: Yemme xişter awrûh e niwêt ewtem anhe niwît germem niwît zûrû niwît nirtiyuş niwît ereskû dêwe ewdatû
Wate: li padîşayetiya bi nav û deng a Cemî, ne serma bû û ne jî germa. Ne pîrî bû ne merg, ne lewçetî û ne jî rijdiya dîwanê. Piştî ku ola îslamê li Kurdistanê belav bû piraniya neteweya kurdan bawerî pê anî û bûne misilman
Şûn û Warê Kurdan
Ew şûn û warê ku kurd lê dijîn jê re dibêjin "Kurdistan." di pirtûka "dairetûl Mearifail Îslamî" de tê gotin ku Kurdistan parçe-erdekî biçûk e ku ketiye başûrê Rojhilat. Ew ji Loristanê dest pê dike heta meletî dirêj dibe û die bakurê Rojava.Dr. mihemed Muîn dibêje: "Kurdistan parçe-erdek e ku ketiye Asyaya Rojava û di navbera dewletên Îran, Iraq, Tirkiye, Sûriye û Rûsyayê de hatiye parçekirin. Çiqas ku dilê te bixwaze dewlemend e. Xezîneyên wekî av, newt, sifir 8mis), kogird, cîwe (ciwa) zêde tê de heye. Gotina kurdistan di zimanê Selçûqiyan de bi nav û deng bûye. "Hemdulah mestûfî' ev bajar wekî bajarên Kurdistanê bi êv kirine.: Alanî, elîşter, Behar, Xeftiyan, Derbendî Tacxatûn, Derbendî Zengî, Dibîl, Dînewer, Sultan Avay, Şarezûr, kengwer, Qirmîsîn, Kirind û xoşan, Maydeşt, Hersîn û Westam."
Kurdistan ji bo çandiniyê gelekî bikêr e. Genim, ceh, birinc, genemşa (genimê şamî, nok, nîsk, kuncî û maş jî li wê derê şîn dibin.
Fêkî jî li Kurdistanê çêdibin ku ew jî ev in: Sêv, hinar, encîr, peysî, gûz, zeytûn, hirmî, alûçe, tirî, sincû û fêkiyên bi vî rengî. Li Kurdistanê mih, bizin, ga, hesp, hêstir, ker û tiştên wekî wan dijîn.
Hin ji bajarên Kurdistanê ev in:
Bajarên rojhilata Kurdistanê
Sîne, Kirmanşah, Behar, Selmas, Sablax, Bokan, Miyawdan, Xoy, Sino, Serdeşt, Bane, Bîcar, Tîkantepe, Sayinqela, Urmiye, Xoy, Qurwe, Kirind, Sehne, Sunqur, Xuremava, Şarê Kurd...
Bajarên başûrê Kurdistanê
Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Akrê, Zaxo, Koy, Kifrî, Rewandiz, Pênciwên, Helebce, Bedre Mendelî, Xaneqîn ...
Bajarên bakurê Kurdistanê
Amed, Cizir, Dilok, Bedlîs, Erzirom, Bayezîd, Qers, Erzingan, Elih (Batman), Dêrsim, Riha, Mûş, Exlat, Mêrdîn, Elbak (Başkale), Wan, ...û hwd.
Bajarên rojavayê Kurdistanê
Qamişlo, Efrîn... û hwd.
Çavkanî:
Minorsky, Vladimir; Kürtler, Koral Yayınları, Stenbol 1992
Zekî, Mihemed Emîn; Kurd û Kurdistan, Bexda 1931
Zekî, mihemed Emîn; Dîroka kurdistan, Beybûn, Ankara 1992
Secadî, Elaedîn; Mêjûyî Edebî Kurd, Bexda 1056
Nikitin, bazil; Kürtler, Weşanên Deng, Stenbol 1991
Xemgîn, Etem; Dîroka kurdistan, cild 1, Koln 1992
Cegerxwîn; Dîroka kurdistan, cild 1, Stockholm 1985
Borekeyî (Sefîzade), Sidîq, Mêjûyî Wêjeyî Kurdî, Tebrîz 1951
Prof. Katrak; Zimanê Zerdeşt, Tehran 1966
Rûhanî, baba Merdûx; Tarîxê Meşahîrê Kurd, Tehran 1952 |