=> Noch nicht angemeldet?
Sehr geehrte Besucher um unser Forum betreten zu können müssen sie sich zuvor registrieren
!
Dem bas Mevanên Heja Ji bo ku hun karibin forumê bibin divê ku hun bibin endam
Silav û Rêz
Tifaqa Xortê Gundê Kocanê Forum - Ruvîyé Torê Û Ruvîyé Çolé xort%EA%20Kocan%EA (34 Posts bisher) | | Ruvîyé Torê Û Ruvîyé Çolé
Zemané beré li gundekî mezîn zilamakî bi navé Hacî Avla go rezékî wî xweş hebu dijî
Dido ruvîye bi nave ruvîyé Tore û yé Çole hebun
êlîmîbun tim û daîm diketin nav vî rezîda têr tirh(tirî dixwarin û hê go hêcî avla nehatî nav rêz bazdidan diçun.Şêvekî dîsa herdu ruvîye gewr ketina nava rêz têr xwarine
Dîsa piştî ku zike wa têr bu,rabun zîtirk dinava mewa'da avetin.Tirh jekirin werşîye tirh avetina hevdu û tirh perçikandin
dawîya mesele reze hêci avla êdemkirin.Duvre ruvîye bêfeêl ji nav rêz derketin çun.
Sibehê hê tavê(rojê ne avetibu hacî avla hatîya nav rezê xwe dimêzêne
heeeeylooo go va rezê wî êdem bûye
zêhf di qeherê û dûvre dibe hekê ev jiwerê ma xwe bila bê
Diçê malê xefke tenê li bêr kêzîne divedê,jive kêzîne pêdejî ti qul û kewêr di dîware dora rêzde tûneye
Lewma difikire go çawa bêjî ezê ruvîya bigrim. Dibe êvar ruvîye me dîsa ûrê wa jinêza dieşê
Dîsa bêre xwe didin bi rîya rêzda.Le hema zanîn go wa şevêdî çi bi serê rêzda anîbun,jibo ve yekê hinekî ditirsan jî
Lê çibkin ma bila ji nêza bimrîn. Ruvîye tore hînekî ji ye çolê biaqiltir bu
Wextê go hatinê devê kezîne go ta ruvîya çole dê "keremkê heval bide peşîya min" Ruvîye çole go"nawellah birêmin tu jimin mezintirî şerme ez bidim peşîya te" Ruvîye tore go"kekemin wexte go ez mezintirim ez dibejimê te bide peşîyamin" Di rabê ruvîyê çole di kêzîna dîwerde dike û derbasî nav rêz dibe
Li hema go çawa pîye xwe diaveje nav rêz pîye wi dikeve xefkêde,qîrîn pedikeve û dibê "ew çibu go ez ketimê
Pîyemin şikest bawerke" Wextê go ruvîye çole dengê hevalê xwe dike hêdîka ew jî dikeve nava rêzde
Heyloooo çi bibîne go wa hevalî wi di nav axeda digevize. Hejî qîre qîra girîye ruvîye çoleyê dî wi hale xwe da diperpite surafke şevêdî di serê wîda derketîya
Ruviye tore diçe nezîkê ruvîye çole u dibeje"kêkemin wellah ev he le-le yê, he lo-lo mayîye" Ruvîye çole go "Ma ji wi halêmin pêda tiştne xerabtir jî hene." Ruvîye tore go"Wextê sibehe go tavê awet, piştî nimeja sibehera go hacî avla hat û di destî wîda kêreka tuj û bazdâ hat kêr avêta serê te ya xirabtir ewe." Ruvîye çole:Wellah heval biva xebarate kezebê min qetand ê naxwe eme çawa jiwî halî xelas bin? Ruviye tore: Zanê heke tu biyamin bikê te xelas bibê
Ruviye çole:Ka bêje bîremin
Wellah divî halî de tiştek naye bîramin û tiştek ji destêmin naye
Ruviye tore:Sibehê nezîke go hacî avla were xwe taze direjke û zimanê xwe derêne deqena hacî avla be wellah ev ruvî di xefkede mirîye,ez jî live benika banî xwe velîzenim, gava hacî avla hate bate yê bejê wellah ev mirîye û yete ji xefke derene û aveje
Û Haci avla ye mêzene go ez live benika banî me ye bi baskî minda were,wexte go baskî minda hat em herdu bazdin çin û eme xelasbin. Ruviye çole:Wellah bira ji wilo pêyda xelasbuna mejî nîne Sibehe he zu Hacî avla te nav rêz dibîne go va ruvî ketîya xefkede û mirîye dibeje "Hêy agir bi mala xwedî ketî,hêsax ez ne gehiştime û şiker ketîya"
Dirabe wî ji xefke diderêne û diaveje,di mezêne go ruvîyekî dî ji li benika banî xwe vezîlandiya biba wî diçe
Lemaçi
Ruvîye gewr dirabin û bazdidin.Hacî avla qîra dide dikeve duw wade
Lê ruvîye gewr xwe xelas dikin
Hacî avla dibeje "Ev tirs heta hûn a saxjîbin besî weye." Çîroka me li nav devîya rahmet li de û bave me teva. |
Themen gesamt: 51 Posts gesamt: 78 Benutzer gesamt: 60 Derzeit Online (Registrierte Benutzer): Niemand
|
|
|
Dawetê Gundê Koçanê
...................................
Zava û Bûk
Hogîr û Dîlan
Dem / Datum: 14/ 15.08.2015 ( şeva hînê dî heman cihî deyê )
Wêxt / Zeit :
14:00 - 24:00
Cih / Adresse:
Syr. Orthodoxe Kircke
Elsfleter Str. 2
27751 Delmenhorst
Bavê Zawê
Dîbo ê Xelêf
Bavê Bûkê
Cemal ê Celo
(jî Gûndê Bahnim ê)
Hozan: Klamadin Neco û orhan Nedîmo
Kamera AY TV |
|